Bafil Talebanî di derbarê êrîşa hewayî ya li nêzî Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê hatibû kirin, daxuyaniyek da.
Talebanî di daxuyanîya xwe da Herêma Kurdistanê weke xeta sor bi nav dike û dibêje, “Yan Kurdistan yan neman.”
Serokê YNK Bafil Talebanî êrîşa li ser firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê û hewldanên têkçûyî yên nokerên biyanî yên bi armanca têkbirina ewlehiya parêzgeha Silêmaniyê şermezar dike û dibêje, “Kiryarên tawankarî û derbaskirina sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi serpereştiya dezgeheke îstixbarata asayişa navxwe, ne kêm in û dîrokeke me ya dirêj bi wan ra heye. Lê Silêmanî û dîroka wê, Silêmanî û xelkê wê ji xeyalên vala yên partiyek gelek serttir û qehremantir in ku navûdengê wê pîs bike û jiyana xelkê wê têk bibe.“
Talebanî Kurdbûna xwe û aramiya herêmê ji bo xwe wek xeta sor nişan dide û wiha dibêje, “Em şanaziyê bi Kurdbûna xwe û bi Kurdayetiyê xwe dikin. Di dilê me de Kurdistan heye û em ji bo jiyana gelê xwe rûbirûyî hemû metirsiyan bûne û emê rûbirûyê wan bibin. Xerakirina aramiya herêmê û Silêmaniyê xeta me ya sor e.
Em ê careke din û bi dengekî bilindtir bibêjin, Yan Kurdistan yan nema.”