Yek ji berhemên herî navdar a edebiyata dinyayê piştî xebateke dûdirêj edî bi Kurdî jî tê xwendin. “Ulysses”a James Joyce bi Kurdiya helbestvan, wergêr û editor Kawa Nemir derket.
Berhema James Joyce a bi navê Ulyssesê bi wergera Kawa Nemir ji Weşanxaneya Avestayê derket. Pirtûk cara yekem li 15emîn Pêşangeha Pirtûkan a Navneteweyî ya Hewlêrê hat belavkirin.
Romana Ulyssesê di Wêjeya Îngilîzî da yek ji berhemên herî baş e û di heman demê da di lîsteya pirtûkên çêtirîn ên ku heta niha hatine nivîsandin da pirtûka sereke ye.
Hinek hebestvan û rexnegir ji bo Ulyssesê a James Joyce wuha gotine:
Thomas Stearsn Eliot; “Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”
Harold Bloom; “Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”
Samuel Beckett; “Berhema Joyce ne li ser qewamê ye, ew qewam bi xwe ye.”