Di Foruma Hewlêrê ya duyemîn da neviyê Nelson Mandela Dr. Siyabulela Mandela jî , “Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî têdikoşiya. Wan ji bo bigihin mafên gerdûnî yên wekhev ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatine ragihandin şer dikirin”. Mandela got, ji ber ku têkoşîna wan a bi vî rengî hebûye, ew xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibîne.
Foruma Hewlêrê ya duyemîn bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” îro dest pê kir.
Di panela duyem a îro ya forumê da, neviyê rêberê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela jî beşdar bû û gotarek pêşkêş kir.
Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela behsa xebata gelê Kurd a bo azadî û serxwebûna Kurdistanê kir û got; “Ji bo bidestxistina azadî û serxwebûnê em piştgiriya mafên rewa yên Kurdan dikin. Afrîkî hê jî ligel gelê Herêma Kurdistanê ne û em ligel mafên we yên rewa ne.
Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê çarenûsî tekossîna xwe didomîne. Me jî ji bo ku em bigihin mafên xwe yên gerdûnî û wekhev şer kir. Ji ber vê yekê têkoşîna bi heman rengî bu û loma ez xwe wek kesekî ji gelê Kurd dibînim..
Neviyê Nelson Mandela, Dr. Siyabulela Mandela di berdewamîya gotara xwe de wiha got:
“Zor spas, berêzan, berpirsên hikûmeta Iraqê, serok û serkirde li seranserê devera Rojhilata Navîn û berpirs û kesên diyar ên civaka navdewletî. Herwiha malbata min, gelê min, gelê Kurdistanê; şanaziyeke gelekî zêde ye ku di dawî da derfet bo min çêbû û bi gelê xwe şad bibim. Meha Mijdarê li Parîsê bûm û li wê derê min xwîşkeke hêja dît ku yek ji wan e yên bûn sedem niha li vê derê bim û bo we biaxifim ku navê wê Nesîm Îsa ye. Dema me li Parîsê hevdû dît û ji min re got ew xelka Kurdistanê ye, yekem tişta min jê ra got ew bû, ‘gelo dizanî min birayê te me’? Piştrast jî bûm ku şok dibe dema kesekî Efrîqî jê re dibêje birayê te me; di gotara xwe de behsa wê bo we dikim.
Di warê dîrokî de herdem pir li derdor û di navbera gelên zilmlêkirî li seranserê cîhanê hebûye. Her tim di navbera gelê sitemlêkirî yê Efrîqaya Başûr û gelê zilmlêkirî yê Kurd li Tirkiye, Sûriye, Iraq û seranserê Rojhilata Navîn.
Tişta em ji nifşê berî xwe va fêr dibin, di navbera gelên zilmlêkirî û paşguhkirî yên cîhanê da hebûna hevgirtin û hevsoziyê ye. Ev jî wê rastiyê piştrast dike ku dema em bihev ra ne bihêztir in. Dema General Mistefa Barzanî di sala 1946an da serkirdayetiya gelê Kurd dikir, Mandela û hevtemenên wî yên ji nifşê wê demê, di warê stratejî, taktîk, berxwedan, hêza wî û gelê wî ya destpêkirina şerekî bihêz a bo diyarkirina mafê çarenivîsa xwe ders jê werdigirtin. Dema Mandela û hevalên wî di salên 60î heta salên 90î yên sedsala borî hatin desteserkirin û zîndanîkirin, gelê Kurd û gelê Filistînê herçiqas bi şerê azadiya xwe va mijûl bûn jî, ligel me bûn.”
Di dawîya axaftina xwe da jî Mandela wuha got, “Helwêsta me ew e ku gelê Ereb û gelê Kurd dikarin wek hev bi hev re bijîn. Lewra em vekirî ji hemû hikûmetan û serokên amide ra dibêjin ku li Tirkiye, Sûriye, Iraq û Îranê, gelê Kurd hêja ye bigihe mafê xwe. Divê hun li ser bihêzkirina peywendiyên xwe ligel Efrîqaya Başûr û welatên din ên Efrîqayê berdewam bin. Bi dirêjahiya dîrokê em û hun ji ber çend sedeman wek yek gel hatine pênasekirin û xebata me ya hevbeş hebûye. Spasiya we dikim.”