Enternasyonala Pêşverû ya Navdewletî, ji bo piştgiriya HDPê kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di kampanyayê da 50 serokên çepgir ên cîhanê bang dikin, ku li Tirkiyê bo girtinê wê doz hatiye vekirin
Serokê Tevgera Fransa ya Xwe Natewîne Jean-Luc Melenchon, Serokê berê yê Partiya Karkerên Brîtanyayê Jeremy Corbyn û Hevseroka Partiya Çep a Alman Janine Wissler jî di nav ew 50 siyasetmedarên çepgirên navdarên ku kampanya Enternasyonala Pêşverû îmze kirin e.
Di daxuyaniya kampanyayê da nerazîbûna kesên beşdar a li dijî zexta ku hukumeta Tirk li ser HDPê dike, tê dîyarkirin. Di daxûyanîyê da bang li Erdogan tê kirin ku ew, êrîşên hiqûqî yên ser HDPê demildest û bi temamî bide rawestandin.
Herwiha di daxûyanîyê da bi zelalî tê gotin, ku berî hilbijartinê girtina HDPê dê zerareke zêde bighîne demokrasiya Tirkiyê.
Wek tê zanîn Dadgeha Destûrê ya Tirkîyê, hefteya borî blokeya li ser alîkariya xezîneyê ya HDPê rakir û ragihand ku dê rûniştina doza girtina HDPê roja 11ê Nîsana 2023an bê kirin.