Di çarçoveya Foruma Hewlêrê ya duyemîn da panelek bi sernavê “Iraq: Bîst sal piştî dîktatoriyê” hat lidarxistin.
Di panelê da vekolerê Siyasî Sadûn Sadî û Damezrîner û Rêveberê niha yê Navenda Lêkolînên Iraq Fransî (CFRI) Dr. Adil Baxewan wek axaftvan beşdar bûn.
Sadûn Sadî bal kişand ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û got; „Çareseriya herî baş a pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê derbasbûna sîstema konfederal e.“
Sadî xwest ku di sîstema ku wî pêşniyar kiribû da Herêma Kurdistanê bi giranî serbixwe be û divê di mijarên wekî berevanî, ewlehî û siyaseta derve da girêdayî Bexdayê be.
Sadî di vî warî da wiha dibêje; „Çareseriya herî baş a ji bo rewşa niha ya Iraqê ew e ku sîstema siyasî ji sîstema federalî bibe sîstemeke konfederal wek yek dewlet û du sîsteman.
Di sala 1991ê de, Herêma Kurdistanê ji hikûmeta navendî serbixwe bû. Li gel ku li Herêma Kurdistanê nêrîneke stratejîk a rasteqîn heye, nêrîna birêz Mesûd Barzanî û hemû birayên wî yên li Herêma Kurdistanê jî nêrîneke stratejîk a rastî bûye.
Bêguman Iraq ji derbasbûna ji rejîmeke şovenîst bo sîstemeke demokratîk sûd wernegirt. Herwiha ne hêsan e ku demokrasiyê ji derve bînin welatekî xwedî dîroka dîktatoriyê.“
Di derbarê serokatîya herêmê da jî Sadî got; „heta niha ti serkirdeyekî Iraqê ne serokek zikmakî bû. Armanca min Hikûmeta Navendî ye, lê li Herêma Kurdistanê serokatîyeke zikmakî heye û malbata Barzanî jî xwedî vê serkirdayetiyê ye.”