Sererkanê Giştî yê Amerîkayê General Mark Milley roja 4ê Adarê, di çarçoveya serdaneke berê nehatibû ragihandin da baregeha leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê kontrol kir.
Li gorî nûçeya Euronewsê, General Mark Milley di programa serdana xwe ya Rojava da, çû baregeha leşkerî ya 8 sal in di têkoşîna li dijî DAIŞê dike û li wir daxuyaniyek da çapemenîyê.
Li aliyê din va ajansa nûçeyan a Reutersê jî nûçeya serdana General Mark Miller weşand û di nûçeyê da diyar nekir ku wî serdana kîjan baregehê kiriye.
Li gorî nûçeyê Sererkanê Amerîkayê di daxûyanîya xwe ya jı bo çapemenîyê da wiha gotîye, “Hêzên Amerîkayê û Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) di warê misogerkirina têkbirina berdewamî ya DAIŞê da, gelek pêş da çûne.”
Gor nüce ya Reutersê, ji bo pirsa rojnamevanekî ku “gelo erka li Sûriyê hêjayî rîskê ye yan na?”
General Mark Milley bersiv bi ewlehiya hevpeymanên xwe va girê da ye û gotîye, “Erê.”
Piştî serdana General Mark Milley, Wezareta Derva ya Tirkîyê Balyozê Amerîka yê Enqerê vexwandîye wezaretê û nerazîbûna xwe ya ji bo serdana Miley ya li Rojava dîyar kirîye.