Foruma Hewlêrê ya bi navnîşana “Xalên Werçerxê û Paşeroja Rojhilata Navîn” îro ligel hejmarek navendên lêkolînê û bi saziyên herêmî û navdewletî destpê dike.
Hinek navend û sazîyên ku beşdarî forumê dibin ev in:
Navend û saziyên wek Enstîtuya Washington, Atlantic Council, Wilson Center, Maseya Azadiya Olî ya Navneteweyî (IRF), Navenda Amerîkî ya bo Lêkolînên li Şamê, Navenda Xwandina Îtalî (CESI), Navenda Lêkolînan a Rojhilata Navîn (ORSAM), Navenda Lêkolînan a Îranê (IRAM), Qamar Energy, Navenda Fransî ya bo Lêkolîna li ser Iraqê (CFRI), Vision Education, SEED Foundation û Five One Labs.
Di çarçoveya vê forumê ji siyasetmedar, pispor, lêkolîner, medyaya navxweyî û navdewletî da hejmareke zêde kes li bajarê Hewlêrê bên ba hev û li ser mijarên cuda yên têkildarî guhertinên li Rojhilata Navîn da gotûbêjan bikin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî beşdarî forumê dibe û ew dê di derbarê paşeroja Herêma Kurdistanê da axaftinek bike.
Roja yekem a forumê saet 09:00 bi axaftina Rêveberê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Ziryan Rojhelatî dest pê dike û paşê jî gotara Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd dê bêxwendin, piştre jî Dr. Siyabulela Mandela neviyê Nelson Mandela dê axaftinekê bike.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Navenda Lêkolînên Rûdawê beşdarî panela bi moderatoriya Mehmûd Baban a bi mijara “Li Herêma Kurditanê rewşa navxwe û aramî” dibe.
Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq jî dê li ser bihêzkirina rola jinan li Herêma Kurdistanê gotarekê pêşkêş bike.
Nûnerê berê yê Amerîka li Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey, Cîgirê Berpirsê Karûbarên bo Îran û Iraqê li Wezareta Derve ya Amerîkayê Jennifer Gavito û Şêwirmendê berê yê ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê û lêkolînerê li Bernameya Rojhilata Navîn a Encumena Atlantîk Andrew L. Peck jî li forumê amade dibin.
Panelên roja yekem a Foruma Hewlêrê bi vî awayî ne:
-Guhertinên ewlekariya enerjiyê ya cîhanî û rikeberiya li Rojhilata Navîn
-Veguherîna dîjîtal li Herêma Kurdistanê; dijwarî, destkeftî û stratejiyek pêşveçûnê ya herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê
-Iraq: Bîst Sal Piştî Dîktatoriyê
-Sedsaliya Tirkiyê: 100 Sal Piştî Împeratoriya Osmanî
-Iraq di navbera cîran û hêzên cîhanî de: Îmkan û astengî
-Dema çalakiyê: Bihêzkirina rola jinan di siyaseta Iraq û Herêma Kurdistanê de
-Rikeberî û rola welatên zilhêz li Rojhilata Navîn
Di dawiya roja yekem a forumê da, dê gotûbêj bi rûniştina vekirî pêk were.