Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî di panela “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” da got, “Eger PDK gavekê were pêş em dê deh gavan werin pêş. Li şûna ku em ala partiyan hilgirin, werin em ala Kurdayetiyê hilgirin, em dikarin bi hev re bikin.”
Di çarçoveya Foruma Hewlêrê da panela bi navnîşana “Rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û pirsgirêkên aramiyê” bi beşdariya Serokê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî û bi moderatoriya Lêkolerê Navenda Lêkolînan a Rûdawê Mehmûd Baban hat sazkirin.
Bafil Talebanî li ser pirsgirêkên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û YNK got, “Pirsgirêkên di navbera me de gelekî biçûk in. Divê em rê nedin pirsgirêkên biçûk rewşê li me têk bidin. Neteweya me zirar dike ji nakokiyan ne partî, milet nikare mûçe werbigire. Ev tiştên biçûk ên em xwe pê mijûl dikin di 5 xulekan de çareser dibin. Giliya min li hemû partiyan heye ne tenê li PDKê, madem tiştên mezin bi carekê de çareser nabin werin em bi yên biçûk dest pê bikin. Wek Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê deriyê me yê diyalogê her dem vekirî ye. Heta lihevkirinek çênebe em ne amade ne ku tevli civîna civata wezîran bibin. Eger PDK gavekê were pêş em dê deh gavan werin pêş. Ferq nake ku li ku dicivin bi partiyan re. Eger bixwazin em dê li Brezîlyayê bicivin. Em amade ne ku li fezayê jî bicivin.”
Di berdewamiya axaftina xwe da Talebanî hewiha got: “Tiştekî normal e ku partiyên siyasî bi hev ra bikevin nava nakokiyan û hevrikiyê bikin, lê dema ku saziyên hikûmetê ji bo hilweşandina hêzeke din a siyasî bikar bînin ev mijareke din e û ew ne rast e.”
Bafil Talebanî da zanîn, ku berî niha wan dixwest ku Hewlêr weke Silêmaniyê be, lê Hewlêr pêşketiye. Di derbarê Hewlêr û Silêmanîyê da wiha got: “Hewlêr dixwaze mirovan bişîne fezayê, ez pîrozbahiyê li we dikim, lê Silêmanî wek xwe maye.”