Senatorê Demokrat ê Amerîkî Chris Van Hollen ragihand ku eger Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê qebûl neke dê balafirên F-16 bo Tirkiyê neyên firotin.
Senatorê Demokrat ê Amerîkî Van Hollen li Washingtonê di derbarê endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê da axivî û got: “Tirkiye hevpeymanekî bêwefa ye û Tirkiye heq nake mirov F-16an bifroşe wê.”
Hollen di berdewamîya axaftina xwe da wuha dibêje: “Heta Tirkiye endamtiya Swêd û Finlandê ya NATOyê qebûl neke ti senaryoyeke bo erêkirina firotina F-16an nîne. Eger endamtiya Swêd û Finlandê ya ji bo NATOyê qebûl neke F-16 ji bo Tirkiyê nayên firotin. Eger niha rêveberiya Biden ji bo firotina F-16an zanyariyeke fermî bide Kongreyê, dê ev bê redkirin.
Piraniya Kongreyê di vî warî da di heman nêrînê da ne. Ez wê egerê kêm dibînim, ku Serok Joe Biden heta endamtiya Swêd û Finlandê neyê qebûlkirin destûrê bide firotina F-16an. Biden tevî îtiraza Kongreyê dikare firotinê erê bike, lê egera vê yekî nîne.”
Van Hollen herwiha di derbarê Rojavayê Kurdistanê da jî gef li Tirkiyê xwarin û got: “Eger Tirkiye êrîşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike divê ceza li ser Tirkiyê bê ferzkirin.”