Îro roja 21ê Sibatê, Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê ye. Bi vê helkeftê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser twitterê peyamek belav kiriye.
Barzanî di peyama xwe da dibêje; “Di Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî da em tekezî li ser parastin û pêşxistina zimanê şîrîn ê Kurdî û hemû ziman û zaraveyên Kurdistanê dikin.
Silav li wan pênûsan be, ku xizmeta zimanê dayikê dikin, pirzimanî û pirçandiya Kurdistanê diparêzin û ji bo pêkvejiyanê dixebitin.”
Wek tê zanîn Neteweyên Yekbûyî (Komîteya UNESCO) di sala 1999an da, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê qebûl kiribû.
Her sal 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye û hemû gelên cîhanê bi çalakiyên curbecur vê rojê pîroz dikin.