Welatên Ewropayê ketine rêzê û derîyê konsolxaneyên xwe yên li Tirkîyê yekoyek digrin.
Piştî Hollanda, Brîtanya û Almanyayê, Fransayê jî ji ber sedemên ewlehiyê konsulxaneya xwe ya Stenbolê girt.
Konsulxaneya Fransayê ku li cadeya Îstiklal a Stenbolê ye. Li ser deriyê avahiyê bankartek hatîye zeliqandin û li ser wê tê gotin, ku ji bo demekê Konsulxane hatîye girtin.
Herwiha di çend rojên dawî da Almanya, Hollanda û Brîntanyayê hişyarî dabûn welatiyên xwe yên li Tirkiyê û ji bo demekê biryara girtina konsulxaneyên xwe yên li Stenbolê dîyar kiribûn.
Amerîkayê jî di derbarê ewlehîya Tirkîyê daxûyanîyek dabû û ji bo wê yekê welatiyên xwe yên li Tirkiyê dijîn, hişyarî kiribû.