Parlamentoya Federal a Almanyayê, dê Komkujiya Êzidiyan a ji aliyê DAIŞê ve hat kirin wek “komkujî” nas bike.
Li gor medyaya Almanyayê, partiyên desthilatdar ên li wî welatî Partiya Demokratên Sosyal (SPD), Partiya Kesk û partiya Demokrat (FDP) ligel partiyên opozîsyonê yên yekitiyê dê hefteya bê bi hev re pêşniyaznameyekê pêşkêşî Parlamentoya Federal a Almanyayê bikin û dê tawanên DAIŞê yên li dijî Kurdên Êzidi wek “komkujî” nas bikin.
Di pêşniyaznameya partiyên Almanyayê da tê gotin, ku armanca DAIŞê ew bûye ku civaka Êzidî bi temamî ji nav bibe.
Parlamenterê Yekîtiya Demokratên Kirîstiyan Michael Brand di derbarê komkujîyê da ji DW ra wiha dibêje: “Girîng e, ku Almanya ji bilî naskirina komkujiyê, ji bo parastina çand û ola Êzdiyan jî piştevaniyê bide lêpirsîna tawanên dîrokî û di asta netewî û navdewletî da bixebite.”
Çend meh berê daxwaznameyek bo Parlamentoya Federal a Almanyayê hatibû pêşkêşkirin û daxwaz hatibû kirin, ku tawanên li dijî Êzidiyan wek komkujî bên qebûlkirin.