Di dosyayeke nûçeyan a France 24 da, bi navê “Kurd neteweya bêdewlet“ nexşeya Kurdistanê hat nîşandan. Di nûçeyê da hat ragihandin ku li rû cîhanê Kurd mezintirîn neteweya bêdewlet e.
Di nûçeyê da tê gotin, ku nifûsa kurdan 35 milyon e. Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî ya di sala 1920an da Kurdan hewl dane ku welatê xwe ava bikin.
Herwiha di nûçeyê da qala tekoşîna Kurdan tê kirin û wiha tê gotin, „Kurd ji bo otonomî û mafên xwe têkoşîneke sed salî dikin û li rû dinê mezintirîn etnîk a bê dewlet a ku li çar welatan belav bûne”.
France 24 di nûçeya xwe da bal dikişîne ser zilm û zordariya li kurdan hatî kirin û dibêje: “Li Iraqê bi dehan salan xwîna wan rijîya, di heman demê da li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê rastî zilma dewletê hatin. Bi taybetî li Tirkiyeyê nasnameya Kurdan û Kurdbûn hê jî tê înkarkirin.“
Herwiha di vîdeoya bi qasî 12 deqeyan de agahiyên cuda li ser Kurdan hatin dayîn.