Îsal dîsa li Tirkîyê hilbijartinên ji bo Serokkomar û Parlamentoyê çê dibin. Hê nayê zanîn ku di kîjan mehê da hilbijartin çê bibin. Lê îhtîmalekî mezin, tê xuyakirin ku hilbijartin herî dereng wê di meha şeşan da çê be.
Hê qerara hilbijartinê bi fermî nehatîye ragihandin. Partîyên Tirk ji niha da bi wad û sozên bêbingeh û bi dor li pey xapandina kurdan ketine. Hinek behsa xweserîyê, hinek daxwaza biratî û wekhevîyê, hinek jî doza demokrasîyê dikin. Xwedêgiravî ji bo miletê kurd wan daxwazan dikin. Lê sedsale ne ji derewên xwe, ne jî ji fêl û fêlbazîya xwe bûn. Ne jî ji derew û tirsonektîya xwe fedî kirin.
Problem û daxwazên wan hemû partîyan, helbet ne ji bo çareserkirina pirsgirêkên kurdan e. Hemû wekhevin û firqa wan ji hev tûne ye. Esil daxwazên wan hemû partîyan ew e, ku ewê milletê kurd bi çi fêl û fêlbazî û bi derewan bixapînin.
Nod û pênc sal e li Tirkiyê hilbijartin çê dibin. Di dema her hilbijartinan da, partiye çep û rast, bi derewên mezin û bêbingeh soz û qewl didin kurdan. Di nav wan salan da hê nehatîyê zanîn ku ew soz û qewlê dane miletê kurd, ji wan yek pirsgirêkek piçûk be jî anîbin cîh. Lê piştî hilbijartinan, hemû soz berovajî dibin û tên ji bîr kirin. Piştra dîsa li kurdan zilm û zordariyê dikin.
Esil pirsgirêk ji partî û daxwazên tirkan zêdetir, gelo partîyên kurd û daxwaza miletê kurd çî ye, ew çi dixwazin?
Îro li bakurê Kurdistanê, bi navê kurdan ji dehan zêdetir partî he ne. Ji wan partîyan HDP tenê dikare bikeve hilbijartinê. Lê HDP jî li ser hilbijartinê bi partîyên tirkan, ew ên çep û marjînal ra hevpeyman çêkirî ye.
HDP bi çend partîyên navê wan kurd ra hevpeyman bi wan çêkiri bû. Heta roja îro ne ji gotin ne jî daxwazîya wan partîyan nehatîye zanîn ku ji bo, kurdan çi dixwazin. Ji ber vê yekê jî ji bo gelê kurd rêyek zelal nayê xuyakirin. Wer tê zanîn ku her gotinên wan ji bo ked û karkeran û demokrasîya tirkîyê ye.
Bi dîtina min ew daxwazên pûç û vala ne û ne bes in. Ji ber ku di navbera partîyên kurd da bi zelalî û berfirehî hevpeymanek tûne ye. Ji bo hinek derfetan gerege partîyên kurdan bi lez werin ba hev û hevpeymanek ji bo berjewendîyên kurdan çêkin.
Wek mînak, hemû partîyên kurdan bi kêmasî li ser zimanê kurdî tenê dikarin yekitîyê ava bikin û bikevîn hilbijartinê.
Îro li tirkîyê firsendek baş ketîye destên kurdan. Ew dikarin, ji partîyên tirkan ê desthilatdar an jî ji ew ên opozîsyonê bi zelalî daxwaza zimanê kurdî bikin. Ji bo ku zimanê kurdî bi fermî bê qebûlkirin hevpaymanek zelal çêkin. Heger ew qebûl nekin jî bi serê xwe bikevin hilbijartinê û rolekî baş bilîzin.
Ji ber ku îro bi zelalî tê xuyakirin ku pêwîstîya hemû partîyên opozîsyonê û desthilatdar bi dengê kurdan he ye.
Helbet li tirkîyê pirsgirêkên mezin û cûda he ne. Loma partîyên kurdan bi daxwazên xwe nikarin wan pirsgirêkên tirkîyê çareser bikin.
Lê hema di dema hilbijartinê da li ser hinek pirsgirêkan yekitîyê çêkin jî bese. Wek mînaka daxwaza zimanê kurdî, di destpêkê da ew jî bese. Heta roja îro di navbera partîyên kurdan da hê jî ji bo îtîfaq û yekitîyê gavek nehatîyê avêtin.
Welhasil, partiyên kurdên bakûr ne ji zilma dewletê ne jî ji xeletiyê xwe ders nagrin. Hejî bi înat, li ser xeletiyên xwe yên bi salan kirine disekinin û wan diparêzin.
15.01.2023
siracoguz@web.de