Gotûbêja Parlamentoya Ewropayê ya derbarê gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê li parlametoya Yekîtiya Ewropayê destpê kir.
Di civînê da hejmarek ji parlamenteran li ser gefên Tirkiyê û metirsiya êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojava axivîn. Beşek ji wan parlamenteran daxwaz kirin ku yekîtiya navborî helwêstekî bihêztir nîşan bide, Tirkiyê neçar bibe ku dawî li êrîşên xwe bîne.
Endamê Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê Oetjen Jan-Christoph dibêje; “Bi nerîna min, divê êrîşên terorîstî wek teqîna vê dawiyê ya Stenbolê bê şermezarkirin. Lê divê bi heman awayî, ev êrîş jî bi dijwarî bên şermezarkirin ku Tirkiye bi navê operasyona tolstandina teqîna Stenbolê li Sûriye û Bakurê Iraqê dike.”
Evîn Încîr, ku Parlamentera Swêdî ya bi esil xelka Amedê ye, dibêje; “Divê Yekîtiya Ewropayê ji bo herêma Rojava daxwaza Navçeya Nefirîn bike. Herwiha gavan biavêje, ku rê li ber êrişên Tirkiyê yên li ser parçeyên cuda yên Kurdistanê bigre û dereng nemîne.”
Parlamentera Yekîtiya Ewropayê Ozlem Demirel jî di derbarê vê yekê da wiha dibêje, “Hevkarno, rejîma Erdogan dixwaze êrîşên xwe berfirehtir bike û êrîşa bejahî pêk bîne, ev yek nayê qebûlkirin. Divê helwêsta me li ser vê mijarê zelal be, Yekîtiya Ewropayê dikare tiştên zêdetir bike. Lê rêzdar Borrell îro her divê rûniştinê da amade nebû.”
Parlamenteran herwiha tekez kirin ku eger rê li ber êrîşa bejahî ya Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê neyê girtin, DAIŞ bihêz dibe û ne tenê li navçeyê, lê ji bo Ewropayê jî dibe gefeke mezin.