Rojnameya Şarkul Ewset bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ra axifîye.
Kobanî ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi hikûmeta Sûriyê ra ji rojnama Şarkul Ewsetê ra dbêje; “Ez amade me biçime Şamê lê divê berî çûna wî zemînekî baş were amadekirin.”
Di hevpeyvîna ku bi Mazlum Kaobanî ra hatîye kirin da, pirs zêde, bersiva pirsan jî dirêj e. Lê di nav bersivên Kobanî da çend xalên girîng cîh digrin, ku ew jî bi kurtayî ev in:
– Bêhtirî 100 hezar şervanên me hene ev 10 sal in şer dikin.
– Hêviya me ji Amerîka ew e, ku sozên xwe bi cî bîne û rê nede êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojavayê.
– Hêzên me li ser sînor tune ne, hêzên hikûmeta Sûriyê li ser sînor in.
– Tirkiyê naxwaze li ser teqîna Stenbolê lêkolîn were çêkirin. Amerîkî jî di vî warî da dibêjn ku Tirkiyê ji bo lêkolînê nabe alîkar.
– Artêşa Sûriyê bi hêzeke mezin li Kobanî û Minbic û Til Rifetê cîh digre, eger Tirkiyê êrîş bike, wê êrîşî wan bike.
– Em û hikûmetê li ser hinek xalên weke sînor, al û sembolên netewî weke hev difikirin. Lê heta niha li ser perwerdê me li hev nekiriye.
– Tirkiyê bi êrîşên xwe %50 jêrxaneya navçeyê wêran kir.
– Tirkiyê dixwaze beşekî ji Sûriyê dagîr bike, divê Şam şiyar be û nekeve dafika Enqerê.
– Em bi tu awayî lihevkirina Sûriyê û Tirkiyê ya li ser hesabê pirsa Kurd were kirin, napejirînin.