Dema şerê Milazgirê di navbera Siltan Alpaslan û Împaratorîya Bîzansê da derket, bi alîkarî ya kurdan Alpaslan li dijî Romen Dîyojen bi serket.
Tê gotin ku wê demê piranîyan şervan û fermandarê Siltanê Tirk, nêzîkî deh hezar siwarî kurd bûn e. Heger ku wê demê, kurd nebûna Alpaslan bi ser nediket. Lê gelek dîroknas dibêjin nêzîkî pênce an jî sed hezar leşkerê Bîzans û qederê bîst hezar jî leşkerên Siltan Alpaslan hebûne.
Piştî têkçûna Bîzansê, Alpaslan yekoyek û bi fêlbazî fermandar û giregirên kurdan binçav dike û dide kuştin. Êw kesê bi xinçerê Siltan Alpaslan dikuje ew jî bi navê Usif Hârezmî û fermandarekî kurd e.
Siltan Alpaslan xwestîye ji bo gelê xwe cîhekî bi dest bixe û bibe xwedî dewlet. Lê bi gotina biratîya omedê û bi aqilbendî li ser kurdan bandorek baş danîye. Kurdan jî xwestîyê, li dijî Bîzansê ji bo dîn û omedê şer bikin. Gor hesabê xwe gava bimirin jî wê bibin şehîd û li dinya wîyalî ewê herin cennetê.
Ji wê rojê vir va hezar sal derbas bûn. Kurd bê dewlet û wek koleyê omedê û di bindestîya nevîyê Alpaslan da dijîn.
Lê bi dehancaran firsenda dewletbûnê ket destên kurdan, mixabin rêveber û giregirên kurdan ji bo gelek sebebên pûç û vala hatin xapandin û nebûn xwedî dewlet.
Bi navê nevîyên Alpaslan gir û piçûk îro 27 dewlet û millet hene. Lê îro bi navê kurdan gundekî azad jî tûne.
Îro 63ê dewletên Îslam û omedê hene. Navê kurdan qet li cîyekî bi navê omedê û misilmanîyê va derbas nabe. Çend dewletên xwedî omedî hene ku mezinahîya wan qasî yek bajarekî kurdan jî nînin. Ji pênce mîlyonî zêdetir tenê kurdên misilman hene, di nav wan dewletê Îslam û omedê da navê wan jî qîmet û rûmeta wan jî tûne.
Lê hezar sal berê ew kalikên meyên ji bo omedê xwe dan kuştin, ji mîrasê wan tenê hemaltî ya omedê û biratîya miletê dagirker ji me ra ma.
Hezar sal e aqilê kurdan nehat serê wan û nebûn xwedî dewlet. Ji despê ka vî sedsalê heta roja îro, milletê kurd bi sed hezaran kuştî da û fedakarîya herî mezin kir. Lê hê jî tu tiştek bi navê netewa kurd bi dest nexistin.
Lê meriv dibê qey dîrok hema ji bo kurdan tenê şaştîyên dibin li ser kurdan dubare dike.
Wer tê xûyakirin ku bi vî aqilî, kurd herên ser hîvê jî ne ji biratîya gelan ne jî ji omedê dibin. De keremkin ji 27 dewletên nevîyê Siltan Alpaslan û ji 63ê dewletên îslam û omedê navê kurdan tê xûyakirin, na. ji tevayî nohd dewletan, îro ji wan yek dost û hevalbendê kurdan hene, dîsa na.
Êdî ne hewceye mirov qala felan û bêvan partîyê jî bike. Dostê kurdan hene, lê kurd bi xwe ji xwe ra ne dost in.
Kurdên ku doh li meydana Milazgirê aqilê wan çi bû, îro jî eynî bi wî aqil û nevîyên wan di bin bandora nevîyên Siltan Alpaslan da dijîn. Xwedêgiravî bi navê biratîyê hemaltî ya wan dikin.
Ji bo milletê kurd dîsa salek bi kuştin û zilm û xapandinê derbas bû. Bila ji bo sala tê Xwedê fam û ferasetê bide miletê kurd û rêvebirên kurdan.
Bi hêvîya wergirtina maf û azadîya milletê kurd, bila sala nû li miletê kurd û li xwendewanên navkurd.netê pîroz be!
27.12.2022