Fransa hewl dide, ku beriya dawiya salê li dijî operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê konferanseke herêmî li dar bixe. Civîn dê li Urdinê û bi beşdariya welatên herêmê be.
Koşka Elysee di daxuyaniyekê da ragihandiye, ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî ra axiviye û di wê pêwendiya telefonî da her du lîderan nîgeraniyên xwe yên li ser zêdebûna rageşiya li herêmê nîşan dane. Sedema ngeranîya wan jî operasyonên esmanî yên Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, her wiha operasyonên esmanî yên Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne.
Di daxuyaniyê da tê gotin, ku her du lîderan li hev kirine û ew dê beriya dawiya salê bi beşdariya Urdinê, bi pêşengên herêmê ra civînekê li dar bixin.
Di heman daxuyaniyê de tê gotin ku Macron, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî vexwendiye, daku ew di destpêka sala bê da serdan Parîsê bike.