Lûtkeya li Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara „Sûriyê“ civînek li dar xist û di civînê da di navbera nûnerên Çîn û Tirkiyê de nîqaş derket.
Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Çînê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Geng Shuang di lûtkeyê da axivî û di axaftina xwe da diyar kir ku rewşa ewlekariya Sûriyê ev demeke aloz bûye.
Geng Shuang got: “Tirkiyê gelek caran bi êrîşên asmanî û topan êrîşî bakurê Sûriyê kiriye û gefa destpêkirina operasyonên bejayî berdewam dixwe. Sûriye dewleteke serwer e. Her operasyoneke leşkerî li ser xaka wê, bêyî razîbûna Hikûmeta Sûriyê her bi çi behaneyê jî dê bibe sedema binpêkirina serwerî û yekparçebûna axa wê. Em bang li Tirkiye dikin ku demildest êrîşên li ser sînor rawestînin û bi diyalog û şêwrê çareseriyekê bibînin.”
Shuang di berdewamîya axaftina xwe da anî ziman, ku hebûna hêzên biyanî ya neqanûnî ya li ser axa Sûriyê jî were bidawîkirin.