Nîşana Hêjabûnê (Liyaqet) ya Komara Almanyayê ji akademîsyenê Kurd ê li Almanyayê Feryad Fazil Omar ra hat dayîn.
Xelata rêzgirtinê êvara Çarşembê pêşkêşî akademîsyenê Kurd Feryaz Fazil Omar hat kirin.
Hejmareke Akademisyen û nûnerên hikûmetên herêmên Berlîn û Kurdistanê li gel hejmareke ademisyenên dostên Kurdan û zimanzanê Kurd Feryad Fazil Omer roja Çarşembê li holeke Zanîngeha Azad a Berlînê civîyan.
Di wê civînê de xelata Komara Federal a Almanyayê ji bo xizmetan ji xwediyê Ferhenga Kurdî-Almanî û serokê Enstîtûya Lêkolînên Kurdî Feryad Fazil Omar li Berlînê hat dayîn.
Wezîra Zanist û Tendirsutiyê ya Herêma Berlînê, Ulrike Gote di merasima xelatdayînê da axifî û got; “Di civaka Kurdên Almanya û Ewropayê de tu dengekî pir rêzdar û rexnegirî. Her weha weke dengeke helbestvanî yê miletê Kurd wek dengekî ji bo ziman û edebiyata xwe, rêz li te tê girtin. We pirtûkên xwe yên helbestan û weşanên xwe yên bi Kurdî çap kirin û wergerandin Almanî. Sedem ev xizmeta we ya bi rêzgirtin, Serokkomar we hêjayî xelata rêzgirtina Almanyayê dîtîye û ez bi navê wî îro didim we.”
Xelata Hêjabûnê ya Federal a Almanyayê (Bundesvderdienstkreuz am Bande) xelata herî bilind e ku li ser navê Serokomarê Almanyayê tê dayîn.
Mamostayê zanîngehê û evîndarê ziman û wêjeya Kurdî Feryad Fazil Omer xelatkirina xwe wek karekî “neçaverêkirî” bi nav dike û herwiha ji bo xizmeta zimanê Kurdî wek şanazî dibîne.
Ew xelata bi prestîj a Komara Federal a Almanyayê ji sala 1951an ve tê dayîn û li ser 8 ast û kategoriyan de tê dabeşkirin. Berî niha jî Kurdên li Almanyayê di warên entegrasyon, pêkvejiyan, toleransê û akademiyê da hêjayî wê xelatê hatibûn dîtin.
Heta niha zêdetir ji 261 hezar kes ew madalya wergirtine û didin wan kesan ku niştecihê Almanyayê ne.
Feryad Fazil Omar xwediyê du ferhengên mezin ên Almanî-Kurdî û Kurdî-Almanî bi her du zaraveyên Kurmancî û Soranî ye ku 200 hezar peyvan li xwe digirin û nêzîkî 20 salan li ser wan ferhengan xebitiye. Ferhengên wî ji bo zimanî Kurdî-Almanî wek çavkaniyên giring tên dîtin.
Feryad Fazil Omar di sala 1988an de Enstîtûya Xwendina Kurdî li Berlînê ava kiriye ku bi hezaran pirtûk û çavkanî bi çendîn zimanan lê hene, ji bilî wê, çîroka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî wergerandiye ser her du zimanên Almanî û Ingilîzî. Pêştir Dîwana Ebdullah Goran jî wergerandibû ser zimanê Almanî û hejmarek roman û nivîsên wî di warê ziman da hene.
Feryad Fazil Omar di 11ê Îlona 1959an de li Taxa Serşeqam a bajarê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye û xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Bexdayê qedandiye, di sala 1974an da li heman zanîngehê mastera xwe di Zimanê Kurdî da wergirtiye. Di sala 1983an de ji Peymangeha Zimanên Îranî ya Zanîngeha Azad a Berlînê doktorata xwe wergirtiye û niha li heman cihî mamostetiyê dike.