Ajansa Reutersê angaşt dike, ku sedem bicîhneanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dê Tirkiye ji Konseya Ewropayê were derxistin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2019’an da ji bi serbestberdana karsazê girtî Osman Kavala biryarek dabû, ku ew biryar hê jî nehatîye cîh. Jibo vê yekê Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê li dijî Enqereyê pêvajoya derxistina ji endametîyê daye destpêkirin.
Rayedarekî Konseyê diyar dike, ku Tirkiye heta roja 8ê Mijdarê 521 biryarên AÎHMê bi cih neaniye.
Li gorî daneyên DMMEyê, di navbera salên 1959-2021’an da, di derbarê Tirkiyeyê de 3 hezar û 820 biryar hatin edayîn û ji wan 3 hezar û 385 biryaran da herî kêm binpêkirina mafên kesan pêk hatiye. Di DMMEyê da welatê ku herî zêde mafên mirivan binpêkirîye, ew jî Tirkîye ye.
Lê dîsa jî hinek pisporên ku ji Reutersê re axivîne, diyar dikin ku ji bo gelên li Tirkiyeyê ji mafên mirovan bê par nemînin divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê neyê derxistin.
Meclisa Parlamenteran (MPKE) ku saziya qanûndanîn a Konseya Ewropayê ye, di mehên dawî da ji bo pêvajoya kontrolê ya li dijî Tirkiyeyê û doza Osman Kavala hatiye kirin, raportor şandibû Stenbol û Enqereyê.