Wezareta Derve ya Misrê di derbarê êrîşên Tirkîyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Di daxûyanîyê da tê dîyarkirin ku Tirkiye êrişên xwe yên esmanî yên li dijî Rojava û Herêma Kurdistanê demildest rawestîne.
Piştî desthevdana Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Misrê Ebdulfetah Sîsî ya li Qeterê, dihat çaverêkirin ku gavên nû ji bo asayîkirina têkiliyên dualî bên avêtin. Lê Misrê gaveke cuda avêt û li dijî êrişên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Derve ya Misrê di derbarê êrîşên Tirkîyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, ku tê da operasyonên Tirkiyeyê li dijî serweriya Rojava û Herêma Kurdistanê ne tê gotn. “Em êrîşên dawî yên Tirkiye û Îranê yên li dijî welatên Ereb ên bira Iraq û Sûriyeyê bi nîgeraniyeke mezin dişopînin. Ev êrîş binpêkirina serweriya her du welatan e.
Ji bo ku rê li ber rijandina xwînê were girtn û ne aramiya herêm zêdetir xirab nebe, em banga kêmkirina rageşiyê dikin.”