Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk diyar kir, ku piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, Washingtonê ji Tirkiyê garantî xwestîyê ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir nebe.
Rojnameya Financial Times a Amerîkî di nûçeya xwe ya bi sernavê “Firokeyên Tirkiyê piştî êrîşa Stenbolê li mîlîtanên Kurd xistin” da radigihîne ku “Êrîşên esmanî yên Tirkiyê yên bi şev li dijî mîlîtanên Kurd li Sûriye û Iraqê, dibe sedema zêdekirina aloziyan“.
Financial Times di nûçeyê da bal dikişîne ser hilbijartinên giştî yên ku dê sala bê li Tirkiyê werin lidarxistin.
Di nûçeyê da wuha tê gotin, “Serokkomarê Tirkiyê Erdogan îsal ji bo paşxistina mîlîtanên Kurd ên li ser sînor bi berdewamî gefên operasyonên nû xwarin. Êrîşeke nû ya mezin a li Sûriyê dikare piştgiriya neteweperestên Tirkiyê ji hikûmeta Erdogan ra zêde bike.”
Di nûçeyê da qala piştgiriya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dike
Berpirsê Koşka Spî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Brett McGurk di konferanseke ewlehiyê ya Behrêynê da diaxife û dibêje, „piştî êrîşên esmanî yên Tirkiyê, Washingtonê ji Tirkiyê garantî xwestîye ku rewşa aloz a li bakurê rojhilatê Sûriyê nearamtir nebe.”
McGurk berdewamîya axaftina xwe da dibêje, “Em hewl didin li herêmê aramiyê pêk bînin û biparêzin, herwiha em dixwazin ewlekariya sînorê bi Tirkiyê ra jî misoger bikin.”