Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mazlûm Kobanî ji ber operasyona nû ya Tirkiyê ya li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxwaz ji Rûsya û Amerîkayê kir, ku ew ji bo aramkirina rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kar bikin.
Mazlûm Kobanî ji ajansa AFP a Fransî ra axifî û di axaftina xwe da dbêje, “Em dê di hewlên xwe da giraniyê bidin ser aramkirina rewşê û her tişta ku ji destê me were em dê bi rêya aliyên pêwendîdar bikin.
Em amade ne ku herêma xwe biparêzin, lê em bang li hemû aliyan dikin, Rûsya û Amerîka jî di nav da, ku rêz li sozên xwe bigirin, daku bi gotina xwe rê li operasyoneke nû ya Tirkiyê bigirin.
Divê Amerîka helwesteke tund nîşan bide daku her nebe rê li bombebarankirina xelkê sivîl bigire.”
Mazlûm Kobanî ji AFPê ra armanca Tirkîyê b zelalî destnîşan dike û dibêje, “Tirkiye dixwaze tevahiya herêma sînor a bi kûrahiya 30 kîlometreyan dagir bike. Paşê wê navçeya aram weke karteke danûstandinê ji bo zêdekirina hegemoniya xwe li Sûriyê bikar bîne.“
Li gor Navenda Ragihandinê ya HSDê di êrîşên nû yên Tirkiyê ya li ser çend navçeyên Rojavayê Kurdistanê da 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji wan leşkerên Artêşa Sûriyê ne.