Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê operasyona esmanî ya artêşa Tirkiyê ya li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxûyanîyek da û di daxûyanîyê da tê gotin, ku demildest êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bi dawî bibin.
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDPê îro 20ê Mijdara 2022ê derbarê operasyona esmanî ya artêşa Tirkiyê de bo ser Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û amaje bi wê yekê da, ku Kurd bo Tirkiyê ne gef in, yên gefê çêdikin DAIŞ û çend rêxistinên bi wê ve girêdayî ne ku qadên jiyana Kurdan dagîr kirine.
HDPê di daxuyaniya xwe de ragihandiye ku Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya wan bi armanca nirxandina vê êrîşê dê sibe roja Duşemê 21ê Mijdara 2022ê bicive û encama civînê ligel raya giştî bê parvekirin.
Di daxuyaniyê da bi berfirehî wuha tê gotin: “Di destpêkê de Kobanî ku bi têkoşîna xwe ya bêhempa li dijî DAIŞê bûye modela jiyana nû û hejmarek cihên nîştecihbûna sivîlan li bakur û rojhilatê Sûriyê şeva borî bi firokeyan hatin bombebarankirin. Wek hincet jî êrîşa Kolana Îstîklalê tê nîşandan ku hemû kesan fam kir ev komployeke vekirîye û desthilat dixwaze ya ku DAIŞê li vê derê bi ser nexistiye bi awayekî ku hiqûqa navdewletî jî binpê dike, ew temam bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ewlekariyê ne gefe berovajî vê yekê ji bo mirovatiyê hêviyek e. Gefa esasî desthilata AKP-MHPê ye ku bi stratejiya şer dixwaze temenê xwe dirêj bike. Loma roj bi roj vî welatî dixe nav krîzeke kûr. Ev êrîş weke ku ew îdîa dikin ne ji bo ewlekariya sînor e, zêdetirî vê yekê dixwazin bi van êrîşan kiryarên xwe veşêrin. Em bang li rêxistin û kesayetên demokratîk ên netewî û navdewletî dikin da ku li dijî van êrîşan dengên xwe bilind bikin. Em bang li desthilatê jî dikin, ku van êrîşên xwe rawestînin. Em bi zelalî dibêjin bila hêzên navdewletî jî nebin parçeyek ji vê komployê. Em êrîşên esmanî yên hemwext ên li Kobanî, Tel Rifat û Şengalê şaş û metirsîdar dibînin. Em ji bo wan kesên ku di van êrîşan de canê xwe ji dest dane sersaxiyê û bo birîndaran jî silametiyê dixwazin.”