Firokeyên şer ên Tirkiyê êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê kirin. Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di derbarê operasyonê da û tê da dibêje, êrîşên wan pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kirine armanc.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî jî di derbarê operasyona Tirkîyê da li ser hesabê xwe yê Twitterê da wuha nivîsiye: “Kobanî, ew bajarê DAIŞ bezand, ketiye ber bombebarana firokeyên şer ên Tirkiye ya dagîrker. Artêşa Tirkiyê çend pêgehên artêşa Sûriyê jî li Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê kirine armanc û kuştî û birîndar hene.“
Çavkaniyên xwecihî yên li Sûriyê jî behsa wê yekê dikin ku Tirkiyê zêdeyî 20 êrîş birine ser parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û Heleba bakurê Sûriyê.
Piştî sê demjimêran, medya fermî ya Tirkiyê armanca êrîşên artêşa welatê xwe belav kirin ku li Başûrê Kurdistanê sînorê parêzgeha Duhokê û Şingalê li xwe digre û li Rojavayê Kurdistanê Kobanî û Serê Kaniyê û navçeyên din ên bakurê Sûriyê jî Til Refet û Ezaz li xwe digre.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî di Twittekê de êrîşên Tirkiyê piştrast dike û dibêje, “Bordûmana Tirkiyê bo ser navçeyên me yên aram gefê li hemû navçeyê dike. Ev bordûman ne di berjewendiya ti aliyekî da ye. Eger şer derkeve, bandorê li hemû aliyan dike.”
Di heman demê da, li Qeladizê, Ranye, Soran, Riwanduz û Pênciwênê jî dengê firokeyên şer hatiye bihîstin. Artêşa Tirkiyê çend cîhên li ser axa Başûrê Kurdistanê, wek Çiyayê Qendîlê, Asos û Biradost jî bombebaran kirîye.