Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby di civîneke çapemeniyê da axifî û got: “Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe di derbarê operasyona ku li ser Rojavayê Kurdstanê bike, axfî û got: “Biryara parastina sînorên welatê me bi kembereke ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometre, bi her bûyereke ku diqewime, hinekî din bihêztir dibe. Dema em pêngavên derbarê axa welatê xwe û ewlehiya welatiyên xwe da davêjin, em ji ti kesekî destûrê wernagirin û hesabê jî nadin ti kesekî.”
Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê da axifî û di derbarê egera operasyona Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê bike, bersiva pirsên rojnamevanan da.
John Kirby di bersiveke xwe da got: “Mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze. Tirkiye rûbirûyê êrîşên terorê bû. Lê bi taybetî em naxwazin çalakiyeke ku di nav Sûriyê da bibe sedema mirina kesên bêtawan û zirarê bide têkoşîna me ya li dijî DAIŞê. Li Sûriyê leşkerên me yên ku li dijî DAIŞê şer dikin hene. Em naxwazin Tirkiye yan jî welatekî din, li Surîyê bi çalakiyek jiyana Amerîkiyan bike nav metirsiyê, bibînin. Jiber ku leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.”