12mîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê, di 13ê Çotmehê da bi fokusa “Rojava” dest pê kir û dê heta 19 Cotmehê berdewam bike.
Di festîvala îsal da nêzikî 50 kurtefilm, belgefilm û filmên dirêj tên nîşandan.
Fokusa festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê beșê dê filmên ku li Rojava û derveyî Rojava yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatine çêkirin dê bên nîșandan.
Merasîma vekirina 12êmin Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê bi fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a Cîran dest pê kir.
Fîlma cîran çîrok û trajediya Kurdan û Kurdistanê digel sînoran di rêya malbateka Kurdên Rojavayê Kurdistanê û herwisa cîraniya digel malbateke Cihû û Erebên xemir yên hawirde li xwe vedigêre.
Senaryo û derhênera fîlma Cîran, Mano Xelîl ê ji dayikeke Mêrdînî û bavek Qamişloyî ye. Ji sala 1986an va ev çîroka Cîran digel Mano dijî taku di 2021an da bûye fîlm.
Derhênerê Kurd Mano Xelîl di derbarê cîroka fîlma xwe da wiha dibêje; “Ev lîstika bi rihê Kurdî di nav me de ye. Ev lîstika parçekirina di nav rihê Kurdan da di nav malbata min da bû. Ji ber ku tê bîra min çaxa ku ez 6 salî bûm, cara yekemîn ez çûm ser sînor û dayika min di nav têlan ra got, `evê hanê xalê te ye.` Wexta ku xalê min di nav têlên sînor da min maç kir, ew di jiyana min de weke ku tu mohrek di laş da bişewitînî nema jê der tê. Ji bo wê di dema xwendinê da min wek senaryo nivîsandibû, lê belê gava ku min xwendina xwe xelas kir, hêviyeke min hebû ku ez fîlm çê bikim. Vê carê min senaryoyekê nivîsand. Tabî senaryo wê demê li ser meseleya Rojava û wextê çêkirina Rojava û ev tiştên din tê de tinebûn.”
Aktorên fîlma Cîran ji Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne lê rolgêrana kalikê Şêroyê 6 salî, hunermendê aktor Zîrek bû. Ji bo rolgêrana di vê çîrokê da, jiyana wî û ya gelek nifşên nû yên Kurdên ji serxet û binxetê ye.
Aktor Ehmed Zîrek jî di destpêka festîvalê da axifî û got; “Xweşiya wê ew bû, ev tiştên ku em di fîlmê da dibînin ew Rojavayê Kurdistanê bû. Me heman tiştî li Bakurê Kurdistanê jî dît. Wek mînak me di fîlmê da dît zarokên Kurdan li Rojavayî Kurdistanê çewa dikirin Ereb, heman tiştî jî li Bakurê Kurdistanê dît ku em çewa dikirin zarokên Tirkan. Wek mînak rojekê ez çûm dibistanê hevokeke Tirkî nedizanî, tiştê yekem ku nîşanî me didan, `Tirkek berdêlê dinyayê ye, di dinyayê da ji Tirkan mezintir ti kes nîne`. Roja yekemîn tiştên wiha nîşanî me didan. Heman tiştê ku em di vî fîlmê da dibînin çewa zarokên Kurdan kirine Ereb, ê me jî heman wilo bû.”
Trajedya Şêroyê dayik kuştî û çîrokên sînorî yên bêdawî, bihevgihiştina piştî 40 salan a Şêroyê Kurd û Henna ya Cihû li kampeka koçberên Rojavayê Kurdistanê bi dawî dibe.