Parlamentoya Iraqê bi mebesta hlbjartna Serokkomarê dewletê, roja 13ê Cotmehê civîya.
Di civînê da Letîf Reşîd bi 162 dengan wek Serokkomarê nû yê Iraqê hat hilbijartin, berbijêrê YNKê Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistin.
Di gera yekema parlamentoyê da 282 parlamenter beşdarî rûniştina parlamentoyê bibûn û Letîf Reşîd 157 deng, Berhem Salih jî 99 deng bi dest xistibûn.
Di gera duyem da 269 parlementer beşdarî civînê bûn û bi dengên 162 kesan Letîf Reşîd wek serrokkomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin.
Letîf Reşîd kî ye?
– Di sala 1944an da li Silêmaniyê ji dayîk bûye.
– Di sala 1968an da, li Zankoya Liverpoolê beşa endezyariya şaristaniyê qedandîye.
– Di sala 1976an da li Zankoya Manchesterê doktora kirîye.
– Di sala 1986an da bûye nûnerê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê li Brîtanyayê.
– Di sala 2004an da wek Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê hatîye hlbjartin.