Serokê Amerîkayê Joe Biden pesnê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê da û li hember bihêziya wan nerazîtiyan heyirîmana xwe nîşan da. Biden got, „ev xwepêşandan wê demeke dirêj berdewam bin.“
Serokê Amerîkayê Joe Biden li zankoyeke bajarê Arfîn a Floridayê ku li wir hejmareke zêde Îranî dijîn, axifî û got, „jin û welatiyên Îranê yên wêrek in, tiştê ku herî zêde bala min kişandiye, ew e ku Îran bo demeke dûr û dirêj nikare wan xwepêşandanan bêdeng bike.“
Serokê Amerîkayê rexne li yasayên Îranê girt û diyar kir, „jin li hemû cihanê û bi awayên cuda rastî tundûtûjiyê tên, lê pêwîst e li ber xwe bidin, nabê kes jê re bêje pêwîst e çi cilekê li xwe bîke.“