Sekreterê Ragihandinê yê Wezîrê Pêşmerge Mîran Bekir radigihine, ku Wezîrê Pêşmerge dixwaze dest ji kar bikşîne.
Mîran Bekir, di ragihandina xwe ya ji Rûdawê ra diobêje, “Destwerdan û astengî li pêşiya karên Wezîrê Pêşmerge hene. Ew jî ji ber van nîgeraniyan ragihandiye, heger rewş wisa berdewam bike dê dest ji kar bikşîne.”
Gor ragihandina Mîran Bekir, Wezîrê Pêşmerge gotîye ku, wî 44 salan Pêşmergeyetî kiriye û piştre jî ev post wergirtiye ku hêzeke Pêşmerge ya rêkxistî hebe. Weke yekem Wezîrê Pêşmerge, wî di Wezareta Pêşmerge da dest bi çaksaziyan kiriye, lê hinek efserên ku çaksazî ne gor dilêr wan in, astengiyan derdixin pêş.
Mîran Bekir diyar dike, ku çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge bên kirin, li ser daxwaza Hevpeymaniya Navdewletî hatine rojevê. Lêbelê rêvebirên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo serkeftina çaksaziyan nîgeraniyên xwe gihandine Wezîrê Pêşmerge. Ewzîr ew û gihandiye aliyên siyasî yên ku di Hikûmeta Herêma Kurdistanê da cîh digrin.
Parlemanter û endamê Lijneya Pêşmerge Rizgar Mihemed jî li ser nîgeraniyên Wezîrê Pêşmerge wiha dibêje; “Em gelek caran bi wezîr re rûniştine û pêşniyarên xwe kirine. Lêbelê wezîr ji me ra dibêje, “ne bi destê min, ne jî bi destê we tiştek tê kirin. Her tişt bi destê YNK û PDKê tê kirin.”
Rizgar Mihemed ê ku di heman demê da endamê fraksiyona Gorranê ye, dibêje ku Wezîrê Pêşmerge dixwaze hêzên 70 û 80 bi temamî bibin yek, biçin ser Wezareta Pêşmerge û di nav wan da destê hizbî nemîne.