Serokê Navenda Lihevkirina Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê Oleg Yegorov ragihand ku grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiye li Efrînê şûnwarên dîrokî wêran dikin, berhemên dîrokî yên ku dîtine bi qaçaxî dibin Tirkiyê û li wê derê difiroşin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Rûsî TASSê, Yegorov ragihand berhemên ku li herêmên ji aliyê grûpên çekdar va hatine wêrankirin, hatine dîtin, paşê li bazara reş hatine firotin.
Oleg Yegorov di daxuyaniyê da dibêje; “Çekdarên girêdayî grûpên hêzên çekdar ên ku li Sûriyê li herêmên di bin kontrola Tirkiyê de tevdigerin, li nêzî bajarê Efrînê ji bo berhemên dîrokî yên bi qîmet digerin. Xebata xwe bi makîneyên kar ên mezin û teqemeniyan dikin, ew jî ziyaneke mezin dide şûnwarên çandî yên Sûriyê.”
Li gorî agahdarîya Yegorov, berhemên giranbiha yên ku ji erdê tên derxistin, ji bo ku li bazara reş bên firotin, ji Tirkiyeyê ra tên şandin.
Ev talana wan ji sala 2018an va berdewam e
Di encama êrişên giran ên k udi sala 2018an da hatibû kirin û bajêr ket destê çekdaran û bi sed hezaran Kurd mal û warên xwe bicîh hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd hate kirin, îro berdewam e.
Ji tiştên ku dizîne ji wan yek jî Peykerê şêr ê 3000 salî ye.
Rêveberê Şûnwar û Muzexaneyan li Sûriyê Dr. Mehmûd Hemûd ragihandibû, ku şûnwarên Dîrokî li Eyn Dara li Efrînê, ji aliyê hêzên Tirkiyê û çekdaran va hatine dizîn.