Piştî mirina Qralîçe Elizabeth II, kurê wê yê 74 salî Charles bû Kralê Brîtanyayê.
Koşka Buckinghamê di daxuyaniyekê da ragihand, Charles kurê Qralîçe Elizabeth bi navê Charles III bûye Kralê Brîtanyayê.
Kral Charles jî di derbarê mirina dîya xwe da daxuyaniyekê da û tê da dibêje, „Mirina diya min a delal, cenabê Qralîçe ji bo min û ji bo hemû endamên malbatê bû sedema xemgîniyek mezin. Em hem şîna Qralîçeyekê dikin û hem jî ji bo dayikeke pir hezkirî digirin.“
Kral Charles diyar dike, ku rêzgirtin û hezkirina ji bo Qralîçe Elizabeth dê di dema şîn û guhertina text de bibe sedema arambûna dilê wan.
Piştî mirina Qralîçe Elizabethê, li ber deriyê Koşka Buckinghamê daxuyaniya ragihandina wefata wê hate danîn.
Di peyama malbata Qralîyeta Brîtanyayê da wiha tê gotin: „Qralîçe îro piştî nîvroyê li Balmoralê di nava aramiyê de wefat kir. Qral û hevjîna wî Qralîçe dê îşev li Balmoralê bimînin û sibê vegerin Londonê.“