Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) bi daxuyaniyekê piştrast kir, ku Amerîkayê derbarê Rûsyayê da hişyarî daye kompanyayên Tirkiyê.
Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) îdîa kiribû, ku Rêveberiya Amerîkayê nameyek ji Ofîsa Odeya Bazirganî ya Amerîkayê li Tirkiyê û Komeleya Pîşesaz û Karsazên Tirkiyê (TUSIAD) ra şandiye. Di nameyê da ji bo bazirganiya ligel kompanyayên Rûsî, hişyarî daye komela karsazên Tirkîyê.
Li gor nûçeya rojnamê name ji aliyê Cîgirê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Wally Adeyemo va hatiye nivîsandin. Di nameyê da kompanyayên Tirkiyê tên agahdarkirin, ku eger ligel kompanyayên Rûsî yên ceza li ser wan hatiye sepandin kar bikin, dê rûbirûyê cezayan bibin.
Wally Adeyemo, berî şandina nameyê jî di hevdîtina telofonî da hişyarî dabû Cîgirê Wezîrê Xezînê yê Tirkiyê û jê ra gotibû; “Sazî û kesayetiyên Rûs hewl didin bi rêya Tirkiyê ji cezayan rizgar bibin.”
Wek tê zanîn piştî êrîşên Rûsyayê, Amerîka û Ewropayê gelek cezayên aborî li ser Rûsyayê sepandibûn. Lê Tirkiyê beşdarî van cezayan nebibû û peywendiyên xwe yên aborî bi Rûsyayê ra berdewam kiribû hê jî dike. Kompanyayên Rûsî jî têkilîyên xwe yên Tirkiyê ra wek rêyeke xilasbûna ji cezayan dîtibûn.