Ofîsa Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) bi boneya heştemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzdî peyamek belav kir. Di peyamê da tê dîyarkirin, ku hêj bi hezaran Kurdên Êzdî venegeriyane nav malbatên xwe û çarenivîsa wan ne diyar e.
Di ser Jenosîda Êzidiyan re 8 sal derbas bûn. Çekdarên DAIŞê 8 sal berê di 3ê Tabaxa 2014an de jin, mêr, zarok di nav de ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî li Şengalê qetil kirin. Bi hezaran kes ji axa wan a qedîm hatin koçberkirin. Jin û zarok di nav da zirareke mezin, karesateke mirovî li ber çavên cîhanê li dîroka Êzidiyan hat zêdekirin.
Di peyama UNAMI ya ji bo vêro roja hatîye belevkirin da wiha tê gotin; “Divê em kar bikin ji bo ku ev rewşa nelibar a Êzdiyan bi dawî bê û hewl bê dayin da ku sibereojeke baştir ji bo xelkê Şingalê bê dabînkirin.
Piraniya mexdûran piştî bi salan li girtîgehê, êşkenceyê, destdirêjiya seksê, koledarî û muameleya dijmirovahî êşên êşê dikişînin.
Ji bo dawîlianîna rewşa berdewam a Êzidiyan, divê her kes ji bo xelkê Şingalê kar bike, ku rêkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo asayîkirina Şingalê ji zû va were cîbicîkirin.“