Roja Duşemê piştî ku Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr biryara xwe ya vekişîna ji siyasetê ragihand alîgirên wî ketin Herêma Kesk a Bexdayê. Di navbera alîgirên Sedr û hêzên ewlehîyê da şer derket. Li gor zanyariyên dawî di encamê da ji hêzên ewlehiyên Iraqê 12 kes hatine kuştin û zêdetirî 200 xwepêşander jî birîndar bûne.
Berdevkê Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya koşka Spî John Kirby ragihand, ku ew ji ber nûçeyên ku ji Iraqê tên dilgiran in.
Kirby di daxûyanîyekê da nigeraniya xwe tîne zman û dibêje, “Destûr nayê dayîn ku li Iraqê saziyên dewletê kar bikin. Dem dema diyalogê ye, ne dema pevçûnê.”