Komîteya Dadperweriyê ya Êzidiyan li ser Komkujiya Êzidiyan a di sala 2014an da pêk hatbû, raporek belav kir. Komîteya Dadperweriyê ya Êzidiyan di raporê da daxwaza cezakirina Tirkiye, Sûriye û Iraqê dike.
Komîte komeke sîwanê ya saziyên navneteweyî ye ku ji bo mafên mirovan kar û xebatê dike. Komîte dixwaze dosyaya komkujiya Êzidiyan bibe Dadgeha Navdewletî. Komîte diyar dike, ku ne tenê DAIŞ dewletên ku navên wan di raporê da derbas dibin jî di şerê DAIŞê da xemsar bûne.
Endama Komîteya Dadperweriyê ya Êzidiyan Dr. Leyla Ferman destnîşan dike, ku Komîteya Dadperweriyê ya Êzidiyan ji 30 pisporên qanûnî pêk tê. Piraniya endaman di rêxistinên mafên mirovan da kar dikin û teqezî li ser cezakirina hemû berpirsên Komkujiya Kurdên Êzidî dikin.
Leyla Ferman di derbarê xebata komîtê da wiha dibêje; “Komîte ji sala 2020an ve lêkolînê dike. Di xebatê da delîlên nayên înkarkirin hene ku Tirkiye, Sûriye û Iraqê ji bo pêşîgirtina li Komkujiya Kurdên Êzidî xemsarî kirine, qanûnên navdewletî yên ji bo nehîştina cenosîdê binpê kirine û bûne sedema cenosîda Kurdên Êzidî. Loma me dosya xwe bir Dadgeha Navdewletî û daxwaza cezakirina wan kir.”