Senatorê Amerîkî Bob Menendez di heman demê da Serokê Komîsyona Peywendiyên Derve ye.
Menendez di derbarê têkilîya Tirkîyê û Rûsyayê da ji medya Yunanistanê re axifîye û gotîye; „Em ji kirîna paketa duyemîn a S-400an ji aliyê Tirkiyê ve aciz in. Divê Tirkiye wek hevpeymanekî NATOyê tevbigere.“
Menendez di dumahîka axaftina xwe da dibêje; “Em nikarin rewşa Tirkiyê di bin rêveberiya Erdogan de nebînin. Pêvajoya demokrasiya Tirkiyê bi awayekî berbiçav heliya. Di demekê de ku dagirkeriya Rûsyayê li Ukraynayê berdewam e, derfet heye hikûmeta Tirkiyê dilsoziya xwe ya li beramber NATOyê û prensîb û nirxên hevpar nîşan bide. Divê Tirkiye wek hevpeymanekî NATOyê tevbigere û şêwaza xwe ya astengkirina endamtiya Swêd û Finlandê biguhere. Hêvî dikim berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya NATOyê de bîne cih û bibe hevpeymanekî erênî.”