Cîgira Alîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, Dana Stroul li Peymangeha Rojhilata Navîn axifî û careke din bal kişand ser gefên Tirkîyê ku jibo Rojava dike. Stroul di axaftina xwe da dibêje; “Em bi tundî li dijî her êrîşeke Tirkiyê yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê ne. Me ew yek bi zelalî ji Tirkiyê ra gotiye, bi taybet jî ku DAIŞ dê sûdê ji operasyonên wan bibîne.
Her êrîşeke Tirkiyê yên li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê, hêzên Amerîkayê yên li navçeyê dixe metirsiyê û bala HSDê jî li ser rûbirûbûna DAIŞê nahêle ku ew armanca me ya sereke ye.
Erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin, lê pabendiya me ji bo piştevaniya hêzên li Iraqê û hêzên Pêşmerge kêm nebûye, tenê erkê hêzên me li Iraqê hatiye guhertin.”
Berpirsa Amerîkayê careke din dubare dike, ku heta têkbirina temamî ya DAIŞê nebe, Amerîka hêzên xwe li Iraq û Sûriyê dihêle.