Dost û hevalê min ê hêja, parêzer û dilsozê Kurd, Kek Mahmut, piştî nexweşîyek giran li di roja 3ê Sibatê li Enqerê jîyana xwe ji dest dabû.
Kek Mahmut bi eslê xwe ji navçeya Kela Xinûsê bû. Berîya salên 1980ê mamostetî kiribû û pişt ra bibû parêzer û hatibû li bajarê Erzirumê bi cîh bibû. Di destpêka sala 1980ê yî, di dema darbeya 12ê Îlonê da, parêzgerîya gelek kesên sîyasî kir.
Di sala 1986an da bû serokê SHPê (Partiya Sosyaldemakrat a Gel) yê şaxa Erzirumê. Di wan salada dema li Amedê greva birçîbûnê dest pê kir, ji Erzirumê jî ew bi çend kesan ra çû serlêdana dayikên girtîyên zîndana Amed ê. Pişt ra serok û rêvebirên pênc an jî şeş bajaran, ji alîyê navenda partîyê hatin dûrxistin. Ji wan bajaran da yek jî Erzirum bû. Di sala 1990î da bû endamê HEPê (Partîya Keda Gel), di sala 1993da jî di damezrandina DEPê (Partîya Demokrasî) da cîh girt û bû serokê parêzgeha Erzirumê. Di heman demê da damezranêrê ÎHDê (Komela Mafên Mirovan, şaxê Erzirumê) bû. Di warê dadmendîyê da alîkarîyeke mezin dikir.
Di sala 1994da hate binçavkirin û şeş meh di girtîgehê da ma.
Mirina kek Mahmut jî wek mîna mirina dost û hevalên din, li ser min bandorek giran çêkir.
Ew ji bo min ne tenê dost û hevalek hêja, pir caran wek kekê min ê mezin, nêzîkî min bû.
Ew hevalên ku wî nasdikin ew jî baş dizanin, mirovek pir bi tevger û zana bû. Hevaltîya wî û dostanîya wî ji dil û can, mirovek nazik, rûken û xwîn germ bû. Bi fikr û tevgerîya xwe di nav gel û bûrokrasîyê da xwedî cîyeke payebilind bû.
Wek mînakek ji xweşmêrîya wî, di sala 1993da dema kongreya ÎHDê hatibû lidarxistin kek Mahmut wek seokê serokê DEPê yê şaxa Erzirumê beşdarî kongreyê bibû. Di kongrê da pêşnêyarîya me ew bû ku, ew bibe serokê dîwana kongreyê. Lêbelê xwedîyê rojnemeya Azadî Îkram Oguz jî wek mêvan beşdarî kogreyê bibû.
Kek Mahmut rabû ser pîyan, ji bo pêşnîyarîya me spasîya xwe anî ziman û got; „Gelî hevalan îro mêvanek meyê cîwan û hêja heye. Ez jî bi navê dost û hevalan dixwazim û pêşnîyar dikim, ku birêz Îkram Oguz bibe serokê d^wana kongreyê. Jiber ku ew mêvan û kurdekî mirovhiz e.“
Çewa bi mirina her dost û eqrebayek nêzîk ji bedena mirovân sankî perçekî diqete û kêm dibe, bi mirina kek Mahmut jî paçeyek ji min qetîya û kêm bû.
Di derbarê dostekî qedîm da nivîsandin, karekî zorgiran e. Lê dîsa jî min xwest, bi derengî be jî di derheqê jîyana wî da çend gotin anî ziman.
Halbûkî bi dostanîya me ya salan, bi hezaran gotin û bîranînên me yên pir xweş hebûn. Mixabin mirov nikare hemûyan yekoyek binivîse û bîne ziman.
Heftekî berya mirina xwe, li min gerîyabû û bi zimanê xweyê xweş û nazik, bi peyvên xweş pesnê hevaltî û dostanîya me anîbû ziman.
Di wê axaftinê da gotna wî ya dawîyê, „ez pir kêfxweşim ku min di jîyana xwe da dost û birayekî mîna te û Îkram naskirî ye“ bû
Ez jî bi dostî û hevaltîya te kêfxweş û serbilnd im û heta roja mirinê jî tu carî te jî bîr nakim.
03.06.2022