Berdevkê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê John Kirby di civîneke çapemeniyê da, gefên Tirkiyê ku ji bo operasyoneke leşkerî ya li Rojavayê Kurdistanê dike, nirxand.
Kirby di nirxandina xwe da dibêje, her êrîşeke Tirkiyê, dê zerarê bigihîne xelkê sivîl, her wiha bandorê li şerê wan ê dijî DAIŞê bike.
Kirby di derbarê gefên Tirkîyê da hewesta Amerîkayê bi zelalî tîne ziman û dibêje; “Em derbarê gefên Tirkiyê da gelekî nîgeran in. Ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî ya li Bakurê Sûriyê, em bawer in ku operasyoneke wiha dê aramiya herêmê têk bibe û jiyana xelkê sivîl li wir bixe metirsiyê. Her wiha gelekî zelal dibêjim ku operasyon şerê Hevpeymaniya Navdewletî ya ku li dijî DAIŞê tê kirin dê zirarê jê bibîne.”