Bi pêşengiya Parlamentera Partiya Komunîst a Fransayê Senator Laurence Cohen, 102 parlamenter û senatorên partiyên cuda yên Fransayê, di derbarê operasyonên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin.
Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Fransî AFPê, parlementer polîtîkayên Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li hemberî Kurdên Rojava şermezar dikin.
Herwiha di daxuyaniyê de ji welatên rojava hat daxwaz kirin ku
Parlamenter di daxûyanîya xwe da daxwaz ji Hukumeta Fransayê dikin ku ew mijarê bibe Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konsey li bakurê Sûriyeyê herêmeke qedexe ya firînê ragihîne û Kurdên Sûriyeyê di bin parastina navneteweyî da bimînin.“
Di daxuyaniyê da tê gotin, ku tevî şert û mercên awarte yên ji ber şerê li herêmên, gelên Kurd, Ereb, Asûrî û hemû pêkhate din di bin kontrola Rêveberiya Xweser da û bi hev ra dijîn.
Sedem vê yekê jî divê statuya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji aliyê otoriteyên navneteweyî ve bê naskirin.
Herwiha parastina çalakvan û komeleyên kurd ên li ser axa Ewropayê hene, bên garantî kirin.