Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) bi hinceta ku bi Kurdî xutbe daye hat girtin.
DİAYDER li bajarê Stenbolê yê Tirkiye kar û xebatên olî dikir. Di derbarê komelê da bi hinceta dayîna xutbeyên Kurdî û çend çalakiyên olî doz hatibû vekirin.
Dadgeha Stenbolê di rûniştina dozê ya di 28ê Hezîrana borî da biryara rawestandina karû û xebatên wê komaleyê dabû.
Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiye da hatine weşandin, roja 22ê Tîrmehê 2022ê hejmareke hêzên ewlekariya Tirkiye çûne avahiya komelê li navçeye Şirînevler û deriyê wê mohrkirine û girtine.
Di doza Komeleya Hevgirtin û Hevkariya Alimên Olî (DİAYDER) da ji endamên komeleyê 23 mela dihatin darizandin ku ji wan 4 mela girtîbûn.