Hejmarek parêzerên diyar ên Brîtanî ku di warê mafên mirov de kar dikin, di lêkolînekê da eşkere kirine ku destê Tirkiyê di Jenosîda-Komkujiya Kurdên Êzdî da hebûye, ku ew bi destê DAIŞê hatiye kirin.
Li gor Yek ji wan parêzerên Brîtanî ku beşdarî lêkolînê bûye Helena Kennedy ye û ew bi rojnameya The Guardian a Brîtanî ra axifîye.
Ew parêzerên ku di bin navê “Komîteya Dadê ya Êzdiyan” da civiya ne, dibêjin li gor yasayên navdewletî, welat ji rêgirtina li çêbûna jenosîda ser xelkê berpirs in.
Li gor Rojnameya Brîtanî Serokê Komîteya Dadê ya Êzdiyan Geoffrey Nice wha dbêje: “Mekanîzmayên berdest dikarîn Êzdiyan ji wê xezebê rizgar bikin, ku niha bûye beşek ji paşeroja wan.”
Tişta ku DAIŞê anî serê Kurdên Êzdî, bi awayekî berfireh wek jenosîdê-Komkujî tê binavkirin. Lêkolîn ji alî parêzeran va, ji bo dema 13 salan û li ser 13 welatan hatiye kirin. Lêkolîner gehiştine wê encamê ku sê welatan erkên xwe cîbicîh nekirine û ji bo rêgirtina li jenosîdê tedbîrên pêwîst wernegirtine.
Komîteya navborî idia dike, ku destê serkirdeyên Tirkiyê di komkujiya Kurdên Êzdî da hebûye. Ji ber wê yekê rê li ber çûyîn û hatina çekdarên DAIŞê li nav sînorên xwe negirtine, ku di nav wan da hejmareke diyar Tirk in.
Herwiha Komîte dîyar dike, ku berpirsên Tirkiyê çavê xwe li ber firotin, veguhestin û kolekirina jin û zarokên Kurd ên Êzdî girtine. Bi çekdarên DAIŞê ra têkilya xwe berdewamkirine, daku ew li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şerê Kurdan bikin. Bi vî awayî jî encamderên jenosîdê bihêz kirine.
Di rapora encama lêkolînê da wha tê gotin: “Berpirsên Tirkiyê dizanîn an ew belge bi qest paşguh xistibûn ku pêşan didan ew kes wê rahênanê bo pêkanîna karên qedexekirî dijî Êzdiyan bikar tînin.”
Helena Kennedy ku bi Endamê Encûmena Lordên Brîtanyayê Lord Alton pêşekiya raporê nivîsiye, wiha dibêje: “Di mijara jenosîda Êzdiyan da, okyanûsek ji derbasbûna ji ceza heye. DAIŞ aliyekî bê dewlet e û nabe li gor yasayên navdewletî lêpirsîn ligel bê kirin. Divê ew welatên erkên xwe cîbicîh nekirine ji bo rêgirtina li jenosîdê, bên cezakirin, daku careke din ew tawan dubare nebe.