Serokê Amerîkayê Joe Biden li Erebistana Siûdî di konferanseke rojnamevanî da axifî û got; “Em ê ti valahiyekê li Rojhilata Navîn nehêlin ku Rûsya û Çîn tijî bikin.”
Joe Biden di konferansa rojnamevanî da li ser elektrîka Iraqê jî nêrînên xwe anî ziman û wiha got; “Piştî çend salan em ji hewlên têkçûyî gihîştin rêkeftinekê, ku bi rêya Kuweyt û Erebistana Siûdî girêdana torên elektrîkên Iraqê bi torên Kendavê va girê bidin. Di nav navçeyê da Iraqê baştir yekpare bikin, ku girêdana wê bi Îranê ra kêm bibe. Rayedaran anîn bîra min, dema ku ez cîgirê serok bûm, min hewl dida ku bigihêjim wê armancê, ku di dawiyê da jî ev armanc pêk hat.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî serdaneke berfireha li Îsraîlê, bi Wezîrê Derve Anthony Blinken û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî Jake Sullivan ra derbasî Riyadê bû.
Armanca serdana Joe Biden a li Siûdiyê yek jî ew e, ku berhemanîn û hinardekirina zêdetir a neftê ye. Sedm şerê Rûsya û Ukraynayê hinerdaekirina neftê kêm nirxê wê jî zêde bilind bibû.