Termên 100 enfalkiriyên Barzaniyan bi merasîmeke bi amadebûna Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek berpirs û rayedar navxwe û derve li Goristana Şehîdên Enfala Barzaniyan hatin veşartin.
Di merasimê da Serok Barzanî axaftinek kir û got, “ Demekê dîktatorekî pir pozbilind digot Barzanî gihîştine cezayê xwe û me ew şandin dojehê lê îro Barzanî bi vê serbilindiyê di nav me de ne û ew çû dojehê.
Ti gumana min nîne berî ku giyanê wan şehîdan bigihêje warê bav û kalan, ruhên wan vegeriyane. Pêşwaziya germ a şeva borî ji Hewlêrê heta vir ji bo van şehîdan, nîşan dide ku têkiliyeke manewî di navbera vî gelî û şehîdan de heye. Ev yek nîşan dide ku şehîdên me li cem me gelekî bi hurmet û xoşewîst in.
Beriya 39 salan di vê rojê de, dîktatoriya Baasê bi awayekî hovane 8 hezar kesên bêguneh ji zarokên 12 salî heta kalên 90 salî birine çolên başûrê Iraqê. Gunehê wan tune bû, gunehê wan li cem zaliman tenê ew bû ku ew Barzanî bûn. Ew ê li ser navê Barzanî şehîd bibe, şehîdekî mezin e.
Dijmin gelek caran dilşad bû ku Barzanî qediyane, ji sala 1892an vir ve herêma Barzan û gundên wê 16 caran hatiye şewitandin û wêrankirin. Her carê vî miletî xwe radest nekiriye û warê xwe ava kiriye. Ew bawerîya xurt, ew baweriya ye ku ji her du serkirdeyên mezin, du mamostayên me, şehîdê mezin Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmedê Barzanî ji me re maye.
Yekemîn şehîdê ku rêya şehadetê hilbijart, kurê milet û şopdarê wê rêyê Şêx Ebdulselam Barzanî bû. Bifikirin çiqas zehmet e em di bin vê germê de ne, Mewlayê me Şêx Ehmedê Barzanî 11-12 salan di zindana Besrayê de dest bi zincîr li ber xwe da û serê xwe li ber dijminan danexist. Şagirt û murîdên wan jî heman rêyê dişopînin.“