Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di çarçoveyeke fermî da serdana Tirkiye kir û li ligel Wezîrê Derveyî yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu civînek pêkanî.
Wezîra Derve ya Almanyayê ji bo operasyonên ku Tirkiye dixwaze li ser navçeyên di bin kontrola HSDê da bike, nîgeraniya welatê xwe anî ziman.
Annalena Baerbock di civîna çapemenîyê da got; „Şer her demekê dibin sedema êşan. Helbet mafê her welatekê heye ku xwe biparêze. Lê hiqûqa navdewletî vê yekê gor hinek tiştan sînordar dike. Li vir êrîşên ku rê li ber wan bên girtin dive neyên kirin. Ev ji bo Bakurê Sûriyê jî bi heman awayî ye. Rûbirûbûneke nû dê ji bo mirovan bibe sedema êşeke zêdetir.“
Girtina Çalakvan û Karsazê Tirk Osman Kavala û cîbîcînekirina biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê yên derbarê wî û Hevserokê Berê yê HDPê Selahhattîn Demîrtaş jî di ajandeya Wezîra Derve ya Almanyayê de bû. Annalena Baerbock bi b zelalî daxwaz kir ku Tirkiye biryarên ku Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di derheqê Kavala û Demirtaş da daye, Tirkîye wan bîne cîh.