Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li ser gefên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê dike, daxûyanîyek da û di daxûyanîya xwe da dibêje, “divê rêz li agirbestê were girtin.”
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî daxwazê ji Tirkiyê dike, ku êrişî herêmên di bin kontrola HSDê da neke.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric ji medyayê ra daxûyanîyek da û got, „Ji 22ê Cotmeha 2019an va li Bakurê Sûriyê ji bo agirbestê rêkeftinek heye. Em wê agirbestê gelekî cidî dibînin, hêvî dikin ku ew berdewan be. Ev peyama me ya hestiyar ji bo hemû welatên ku di mijarê da cih digirin ra ye, Em ji wan hemûyan daxwaz dikin ku rêzê li yekîtiya axa Sûriyê bigirin.“