Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di derbarê operasyona ku Tirkiyê dixwaze li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike da got; “Operasyoneke serbazî gaveke neaqilane ye û dê aloziyê zêdetir.”
Nûnerê Putin yê taybet Aleksander Lavrentiyev ji ajansa TASS a Rûsyayê ra radighîne, ku operasyoneke serbazî ya ku ji alî Tirkîyê va tê pîlankirin, dê bibe sedema neseqamgiriyê û dê aloziyê zêdetir bike.
Lavrentiyev herwiha dbêje; “Rûsya dê di hevdîtinên li Nur Sultanê da pêk tê, bang li berpirsên Tirkiyê bike ku Tirk^ye ji vê hewlê dûr bisekine û pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bike.”
Nîqaşên di derbarê êrîşa ku Tirkiyê bike, di rojeva Wezîrê Derve yê Rûsyayê ku di 8ê Hezîranê serdana Enqerê kiribû da jî cîh girtibû û di navbera wezîrên derve yên her du welatan da hatibû gotûbêjkirin. Lê wek di konferansa rojnamevaniyê ya hevbeş a herdu wezîran da xuya bibû, ku Tirkiyê di mijara êrîşeke nû da Rûsyayê razî nekiribû.