Parlamentera Swêdê ya Kurd, Amîne Kakebawe hêvî dike ku Swêd xwe nede destê Tikriyê û dest ji piştgirîya Kurdan bernede. Hikûmeta Swêdê di rewşeke taybet da ye. Ji aliyekî va dixwaze bibe endamê NATOyê, ji aliyekî din va jî naxwaze dilê gotina Amîne Kakebawe li erdê bihêle. Ji ber ku ew jina Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê hikûmeta wî welatî ji hilweşandinê rizgar kir.
Îro, projeya budceya Buharê li Parlamana Swêdê dikeve dengdanê, careke din pêwîstiya hikûmeta kemîne ya Swêdê bi dengê Amîne Kakebawe heye.
Amîne Kakebawe, berî kêmtir ji du heftiyan bi dengê xwe, hikûmeta Swêdê ji standina baweriyê rizgar kir. Niha daxwaz dike, ku Serokwezîra Swedî Magdalena Andersson, soza xwe bibe serî, alîkariya Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike, ku xwe nede destê Tirkiyê.
Endamê Parlementoya Swêdê ya Kurd Amîne Kakebawe di derbarê helwesta xwe û hukumeta Swedê da wiha dibêje; “Hêvîdar im hukumet şaşîyek neke. Ji ber ku hikûmeta Tirkiyê û Erdogan gelekî baş dizanin ku piştgiriya şervanên Kurd ji aliyê Amerîka va tê kirin. Eger ew terorsît bin, Amerîka ti carê piştgiriya wan nake. Lê pêwîstiya Erdogan bi Amerîka heye, hêvû dike ku Biden piştgiriya wî bike. Li Rojhilata Navîn jî herdem wiha ye, eger serkirdeyek li dijî rojava be, bala cemwer bi ser xwe da dikişîne.
Amerîka, Jens Stoltenberg û NATO naxwazin Swêd di derbarê mijarê da tiştkî bibêje. Lewma dibe ku cîhan me wiha bibîne ku em hatine serkutkirin, bêdeng û bê wijdan in.”